Welatiyek din bi sedema teqîna mînê canê xwe ji dest da

18:01 - 27 Kanûna pêşîn 2021

Roja Yekşemî 5`ê Befranbarê, welatiyek Kurd ê bi navê “Îbrahîm Ebdullahî” xelkê bajarê Seqizê û rûniştiyê bajarê Pincuwêna Kurdistana Îraqê bi sedema teqîna mînê canê xwe ji dest da.

 “Îsa Baziyar”, çalakvanê mafê mirovî di warê qurbaniyên teqîna mînê bi “Kurdpa”yê re ragihand: Ew welatiyê temen 39 salî li ser sînorê Îraqê rastî wê bûyerê hatiye.

Ew welatiye di dema pez çirandinê de rastî wê bûyerê hatiye.

Her di wê derheqê de, roja Yekşemî 5`ê Befranbarê, zarokek temen 10 salî li bajarê Dêhloranê bi sedema teqîna mînên dijî nefer canê xwe ji dest da.

Ew zaroke xelkê parêzgeha Kirmaşanê ye û ji tayifeya “Zengene” û rûniştiyê Deştebas a girêdayî bi bajarê Dêhloranê ye.