Welatiyek di girtîgeha bajarê Urmiyê de hate îdamkirin

18:01 - 17 Tebax 2020

Serê sibêdeha Îro Duşemî 27`ê Gelawêj, cezaya îdamkirina welatiyekî Kurd ê bi navê “Erselan Yasînî” xelkê bajarê Neqedê, di girtîgeha bajarê Urmiyê de hate cîbicîkirin.

Roja Yekşemî 26`ê Gelawêj, ew hepsiye ku bi tohmeta “qetil”ê hatibû girtin, di benda şêwrmend a girtîgeha bajarê Urmiyê de, bo cîbicîkirina cezaya îdamkirina wî bo odeya takekesî hatibû veguhastin.

Ew hepsiye xelkê bajarê Neqedê ye û zêdetir ji 10 salan berya niha navbirî bi tohmeta “kuştina bi zanebûn a du kes ji xizmên xwe” hatibû binçavkirin.

Ew hepsiye ji aliyê dezgeha dadweriyê ve bi îdamê hate cezadan û di heyama 10 salên derbasbûyî de, di girtîgeha bajarê Urmiyê de bû.

Ew hepsiye sala 1386`an ku temenê wî bin 18 saliyê bû, bi tohmeta kuştina du kes ji xizmên xwe hatibû binçavkirin.