Welatiyek di girtîgeha bajarê Neqedeyê de bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hate îdamkirin

17:40 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2020

Sibêdeha îro Çarşemî 1ê Gelawêjê, hepsiyek bi navê “Kamîl Qadirî Eqdem” kurê “Ezîz” xelkê gundê “Dêlz” a ser bi bajarê Pîranşehrê, bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” di girtîgeha bajarê Neqedeyê de hate îdamkirin.

Ew hepsiye du sal beriya niha bi tohmeta “Kuştina bi zanebûn” a welatiyek bi navê “Şoreş Qubadiyan” hate binçavkirin û her bi wê tohmetê ji aliyê dezgeha dadwerî ve bi îdamkirinê hate cezadan.

Cezaya îdama wî hepsiyê piştî pêdana rizayeta ji aliyê malbata xwedî kuştî ve hate cîbicîkirin.

Her di vê derheqê de roja Duşemî 30ê Pûşperê, du hepsî yên bi navên “Esed Kişawerz û Emîn Seferkeş” bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” di girtîgeha navendî a bajarê Urmiytê de hatine îdamkirin.