Welatiyek Bokanî Ji Aliyê Hêzên Itilaatê Ve Hat Destbiserkirin

15:59 - 30 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Welatiyek kurd û xelkê bajarê Bokanê bi navê Sulêman Feyze, çend rojan beriya niha ji aliyê hêzên Îtilaata vî bajarê tê bangkirin û piştre tê destbiserkirin. Navbirî niha di rewşek ne diyar de ye.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa li Bokanê, Sulêman Feyze, berê jî bo heyamê salekê bi tawana hevkarîkirin ligel partiyên dijî Hikûmeta Îranê hatibû destbiserkirin.
Her di vê pêwendiyê de du welatiyên din ên Bokanê bi navên Qasim Rehîmî Azer û Celal Nasirî roja 11.10.2011-an, ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hatin destbiserkirin ku heta niha di çarenivîsek ne ron de ne.