Welatiyek bo cîbecîkirina cezaya xwe bo girtîgeha bajarê Mihabadê hate veguhastin

18:37 - 20 Gulan 2021

Roja Sêşemî 28`ê Banemerê, welatiyekî Kurd bi navê “Silêman Kerîmpûr”, xelkê gundê “Xur Xure”ya ser bi bajarê Mihabadê, bo cîbicîkirina cezaya xwe bo girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.

Sala derbasbûyî ew welatiye, ji aliyê dadgeha şoreş a bajarê Mihabadê, bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd ên dijberê hikûmeta Îranê”, bi 2 sal girtîgeha teizîrî û bi hesibandina rojên berê ên binçavkirina wî, hatibî cezakirin û ew ceza li dadgeha pêdaçûnê de hatibû piştrastkirin.

Herwisa dadgehê biryara zewtkirina maşîna “Silêman Kerîmpûr” dabû.

Ew welatiye, roja Pênşemî 13`ê Sermaweza sala 1399an, bi danîna barimteyê  bi awayê demkî heta serbest kirin û bi dawîhatina qonaxên dadresiyê ji girtîgeha bajarê Mihabadê hatibû azadkirin.

 “Silêman Kerîmpûr”, roja Dûşemî 19`ê Xezelwera sala 1399an, piştî 65 rojan binçavkirinê ji girtîgehên Spaha Pasdaran bo girtîgeha bajarê Mihabadê hatibû veguhastin.

Ew welatiye, di heyamê binçavkirinê de li girtîgehên ewlehî yên Spaha Pasdaran li Bajarê Mihabad û Urmiyê de lêpirsîn lêhatibû kirin.

Navbirî di heyama binçavkirina xwe de, bi “despêragihîştin bi parêzer”û “çavpêkevtin digel malbata xwe”, hatibû bêparkirin.

Roja Înê 14`ê Xermanana sala 1399an, ew welatiye ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hatibû binçavkirin.