Welatiyek bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hate îdamkirin

18:49 - 10 Hezîran 2020

Sibeha îro Çarşemî 21`ê Cozerdan, hepsiyek bi navê “Rehîm Yûsifî” xelkê gundê “Sûxanlû” a ser bi bajarê Pîranşehrê, bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” di girtîgeha bajarê Neqedeyê de hate îdamkirin.

Roja derbasbûyî hejmarek ji çalakvanên medenî û xelkê bajarê Neqedê, bo vergirtina lêxweşbûnê ji mala xwdî kuştî li ber deriyê mala xwedî kuştî û girtîgeha bajarê Neqedê kom bûn, lê hewla wan bê encam bû.

“Rehîm Yûsifî” yê temen 40 salî, xîzandar û bavê du zarokan e ku heyama çar sal beriya niha, piştî xweradestkirin bi îdareya agehî, îtiraf kiribû ku sala 1385`an bi awayekî nebizanebûn yek ji welatiyên xwe yê bi navê “Xalid Nizaketî” kuştî ye.

Ew welatiye xelkê bajarê Pîranşehrê ye û di dawî de û ji aliyê dezgeha dadwerî ve bi tohmeta “kuştina bizanebûn” bi qisas hate cezadan û cezaya navbirî di dîwana bilind a welat de hate piştrastkirin.