Welatiyek bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê birîndar bû

17:57 - 16 Gulan 2021

Li çend rojên derbas bûyî de, welatiyekî Kurd ê bi navê “Ferhad Fatihî”, kurê Esqer, xelkê gundê “Ahengeran” û rûniştiyê bajarê “Kamyaran”ê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li bajarê “Xurem Ava” li Parizgeha Luristanê de, birîndar bû.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bi bê agehdar kirina pêşda û bi gumana hebûna kelûpelên qaçax navbirî dabûne ber gulleyan.

Herwisa wê çavkaniyê ragihandiye: “Ew welatî piştî çareseriya pizîşkî li nexweşxaneya bajarê Xurem Ava yê, hatiye mirexeskirin.