Welatiyek bi sedema teqeya hêzên leşkerî li ser sînorê “Hengejale” hat birîndarkirin

18:37 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Şemî 1ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Behram Mihemedî” kurê “Rehman” xelkê bajarê “Banê” bi sedema teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê “Hengejale” ya wî bajarî hat birîndarkirin.

Pêka çavkaniyek agehdar, hêzên hikûmetê bi bê agehdarkirina berê di mewdayek nêz de, bigumana hebûna barê qaçax teqe ji wî welatiyê Kurd kirine.

Ew welatî bi sedema berketina guleya hêzên leşkerî bi dijwarî birîndar bûye û bo tedawiyên pizîşkî bo nexweşxaneya “Selahedînê Eyûbî” a bajarê “Banê” hatiye veguhastin.

Rewşa tendûristiya giştî a “Behram Mehmûdî” nebaş hatiye ragihandin.