Welatiyek bi sedema teqeya hêzên leşkerî li bajarê Baneyê hate birîndarkirin

17:06 - 23 Kanûna Paşîn 2022

Roja Înê 1ê Rêbendanê, welatiyek Kurd ê bi navê “Wurya Hesenî”, xelkê bajarê Baneyê bi sedema teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê bi awayek dijwar hate birîndarkirin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, hêzên leşkerî dema li peykevtina maşîna welatiyek din bûne ku piştî teqekirina neyasayî ya wan hêzan, “Wurya Hesenî” li seyrangeha “Surên”ê ya bajarê Baneyê bi awayek dijwar hate birîndarkirin.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Di wê bûyerê de sê gulle ber mil û pişta wî welatiyê kevtine”.

Wê çavkaniyê bas ji wê kir ku “Wurya Hesenî” bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya “Selahedîn Eyûbî” ya bajarê Baneyê hate veguhastin û heta niha bêhiş e û pizîşkan rewşa giştî ya navbirî nebaş ragihandine.

Ew welatiye temen 29 sal û bavê zarokekê ye.