Welatiyek bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê “Mako”yê hate azadkirin

17:29 - 22 Gulan 2021

Di çend rojên derbasboyî de, welatiyekî Kurd ê bi navê “Mihemed Arxa”, ê kurê Elî, xelkê bajarê “Yolageldî”, ya ser bi bajarê “Şot”ê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Makoyê hate berdan.

Ew welatiye, bi danîna barimteyê heya qonaxq dadresiyê bi awayekî demkî hate azadkirin.

“Mihemed Araxa”, roja Çarşemî 25`ê Banemerê, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî bi dawîhatina heyama qonaxa lêpirsînê bo girtîgeha bajarê Makoyê hatibû veguhastin.

Heta dema belavbûna wê nûçeyê, li tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.