Welatiyek bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Bokanê hate azadkirin

17:41 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2020

Roja Sêşemî 31ê Pûşperê, ciwanekî Kurd yê bi navê “Ehmed Nasirî” xelkê bajarê Bokanê, bi danîna barimteya 100 milyon tumenî ji girtîgeha wî bajarê hate azadkirin.

Ew welatiyê Kurd roja Duşemî 16ê Pûşperê, digel “Celal Nasirî” di taxa “Emîrava” a ser bi bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên îtilaata wî bajarî ve hate binçavkirin û bo girtîgeha îtilaatê hate veguhastin.

“Celal Nasirî” piştî çend demjimêr lêkolîn ji girtîgehê hate azadkirin.

Hêzên ewlehî, “Ehmed Nasirî” bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” binçav kiribûn.