Welatiyek bi 10 sal û yek roj girtîgeha te`izîrî hate cezadan

17:26 - 30 Kanûna pêşîn 2021

Welatiyek Kurd ê bi navê “Husên Elvendkuhî” temen 29 salî û kurê “Ezîz” û rûniştiyê bajarê Mihabadê, ji aliyê taya 3 a dadgeha keyferî ya wî bajarî bi serokayetiya dadwer “Xulam Kerîmxanî” bi 10 sal û rojek girtîgeha te`izîrî hate cezadan.

Dadgehê ew welatiyê Kurd bi tohmeta “hewldan bo şer û pevçûna çekdarî û şerkirin digel Spaha Pasdaran” ceza da û ew cezaye li roja Çarşemî, 8ê Befranbarê bi wî welatiyî re hate ragihandin.

Ew cezaye bo heyama 20 rojan, derfeta pêdaçûna dûbare ji aliyê dîvana bilind a welat ve heye.

Taya 3 a dadgeha keyferî ya bajarê Mihabadê, bi pêka rapora îdareya Îtila`ata bajarê Pîranşehrê, ew cezaya bi ser wî welatiyê Kurd de, sepandiye.

“Husên Elvendkuhî” li meha Xermanana sala 1398`an a Rojî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê, bi danîna barimteyê bi awayek demkî heta dema dadgehî kirinê hatibû azadkirin.

Di wê derheqê de, taya 3 a dadgeha keyferî ya bajarê Mihabadê, bi serokayetiya dadwer “Xulam Kerîmxanî”, girtiyê siyasiyê berê û xelkê bajarê Pîranşehrê“Şêrko Agûşî”,  bi 10 sal û yek roj girtîgeha te`izîrî ceza da.

Dadgehê ew cezaya bi tohmeta “hewldan bo şer û pevçûna çekdarî û şerkirin digel Spaha Pasdaran” bo wî welatiyê sepanine û roja Çarşemî 8ê Befranbarê, ew cezaye bi navbirî re hate ragihandin.