Welatiyan pêşewaziyekî germ ji berdana “Mihemed Nezerî” kirin

17:27 - 27 Çirriya paşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Berdana “Mihemed Nezerî”, hepsiyê siyasî yê Kurd, ji aliyê welatiyan ve bi germî hate pêşewazîkirin.

Pêka rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, piştî berdana “Mihemed Nezerî”, hepsiyê siyasî yê Kurd, ji girtîgeha bajarê Urmiyê, welatiyên Kurd bo dîtina wî serdana wî kirin û pêşewaziyekî germ ji berdana wî hate kirin.

Roja Pêncşemî, 30`ê Xezelwerê, “Osman Mistefapûr” û “Mihemed Nezerî”, piştî 53 sal heps kêşan ji girtîgeha navndî ya bajarê Urmiyê, hatine berdan.

“Osman Mistefapûr” 28 salan û “Mihemed Nezerî”, 25 salan, di girtîgehê de bûn. Ew du hepsiyên Kurd, heyama cizayên xwe di girtîgehên bajara Urmiye, Tewrêz û Recayî Şerhê de derbas kiribûn.