Welatiuyekî kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

17:44 - 25 Çirriya pêşîn 2021

Roja Pênşemî 29`ê Rezberê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Luqman Qadirî”, kurê Ezîz, xelkê gundê “Peswê” û akinciyê bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî, ew welatiye li rêya Pîranşar bo Peswê, binçavkirine.

“Luman Qadirî”, piştî binçavkirinê bo cihekî nexuya hatiye veguhastin.

Heya niha lêpiketinên malbata wî welatîyî bo agehdar bûn ji qerdera kurê xwe bê encam mane.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Luqman Qadirî” de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.