“Waran Mihemedinijad” endama Encûmena Çandî-Komelayetî ya “Nûjîn” hat binçavkirin
17:26 - 15 Çirriya pêşîn 2022
Roja Pêncşemî 21`ê Rezberê, “Waran Mihemednijad”, xwendkara karnasî ya bilind a huner li zanîngeha Yezd û endama Encûmena Çandî-Komelayetî ya “Nûjîn”ê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin û piştre bo cihek nexuya hat veguhastin.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî êrîş kirine ser mala wê çalakvana Kurd û bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ew binçav kirin.
Roja Duşemî 2`ê Reşema sala 1400`an a Rojî, “Waran Mihemednijad” digel “Peyam Mîrî”, ku hevdem bû digel roja cîhanî ya zimanê dayîkî û di dema belavkirina tirakt û posterên taybet bi wê rojê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûn binçavkirin û piştre lêpirsîn digel wan hatibû kirin.
“Waran Mihemednijad”, xelkê gundê “Tengîser” a girêdayî bajarê Sinê ye.