Viyan Mihemedî bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hate veguhastin

18:46 - 3 Hezîran 2021

“Viyan Mihemedî”, çalakvana Medenî û xwendekara warê  birêveberiya bazirganiyê, xelkê bajarê Merîwanê, ji girtîgeha Îtla`at a Spahê li bajarê Urmiyê, bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hate veguhastin.    

Roja Înê 10ê Banemerê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî êrîşî ser mala wê welatiyê kiribûn û ew binçavkiribûn.

Hêzên ewlehî, piştî vêkolîna mala “Viyan Mihemedî”, laptop, mobayl û hin ji keresteyên wê ên kesîn digel xwe biribûn.

Ew xwendekara Kurd piştî binçavkirinê,di destpêkê de bo girtîgeha “Êvîn”ê hatibû veguhastin û piştre bo lipêrsînê bo girtîgeha Îtla`at a Spaha bajarê Urmiyê hatibû veguhastin. 

Heya niha ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser Viyan Mihemedî de, hatiye sepandin ti zanyariyeke hûr li ber dest de nîne.