“Viyan Mihemedî” bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin

18:44 - 9 Hezîran 2021

Îro Çarşemî 19`ê Cozerdan, “Viyan Mihemedî” çalakvana Medenî û xwendekara xelkê bajarê Merîwanê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hate azadkirin.

Ew çalakvana medenî bi barimteya 1 milyard Tumenî bi awayê demkî heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin.

Roja Duşemî 10`ê Cozerdan, “Viyan Mihemedî” bona nîşandana nerizayetiya xwe li derheq biryara dirêjkirina heyamê binçavkirina xwe, dest awêtibû gireva birçîbûnê û piştî biryara azadkirina wê bi danîna barimteyê, dawî bi gireva birçîbûna xwe anîbû.

Ew çalakvana medenî di heyama binçavkirina xwe de, ji hewdîtin digel malbata xwe û destpêragihîştin bi parêzer hatibû bêparkirin.

Roja Înê 10ê Banemer, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî êrîşî ser mala wê welatiyê kiribûn û navbirî binçavkiribûn.

Hêzên ewlehî, piştî vêkolîna mala “Viyan Mihemedî”, laptop, mobayl û hin ji keresteyên wê yên kesîn digel xwe biribûn.

Ew xwendekara Kurd piştî binçavkirinê, di destpêkê de bo girtîgeha “Êvîn”ê hatibû veguhastin û piştre bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtla`ata Spahê li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Heya niha ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser Viyan Mihemedî de, hatiye sepandin ti zanyariyeke hûr li ber dest de nîne.