Vekolîna mal û zevtkirina telefona sê welatiyan ji aliyê hêzên ewlehî ve

17:48 - 16 Kanûna Paşîn 2022

Roja Yekşemî 26ê Befranbarê, mala sê welatiyên bi navên “Ferîd Perwaze”, “Ehmed Perwaze” û “Husên Nîkpêy” xelkê gundê “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine vekolîn.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî êrîş birine ser mala wan sê welatiyan û hewla vekolîna mala wan dan.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Hêzên ewlehî telefona wan sê welatiyan zevt kirine û digel xwe birine.”

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, îdareya Îtila`ata bajarê Merîwanê dest avêtiye bi gazîkirina bikomel a welatiyên xelkê gundê “Nê”yê.

Hêzên ewlehî ji welatiyên ku hatinî gazîkirinê soznameya fermî li derheq birêvenebirina rêûresman li gundê “Nê” wergirtine û gef ji wan xwarine ku li hegera pêbendnebûn bi wê soznameyê dê wan binçav bikin û bêxin girtîgehê.