Veguheztina 3 ciwanên Kurd bo zindana Mehabadê

15:13 - 7 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: 3 welatiyên Kurd ên bajarê Mehabada rojhilatê Kurdistanê ku cezayê hepsê li wan hatibû birîn, ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve, bo girtîgehê hatin veguheztin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Ehmed Xalendî (26), Êdrîs Ezîzpûr û Sefîn Hacî Remezanî (23) salî, 3 ciwanên gundê “Qereqişlaq”ê ser bi pişka navendî a bajarê Mehabadê ne ku roja Şemî, 3’çileya paşîn (january) a 2015’an, ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve, hatibûn binçav kirin.

Peyamnêrê Kurdpa li Mehabadê ji zarê jêdereke agah ragihand: Ew 3 welatiyên Kurd, pêştir her yek 2 sal ceza li wan hatibû birîn.

Wê çavkaniya nûçeyan amaje bi vê yekê jî kir ku ew 3 xortên Kurd ên Qereqişlaqa Mehabadê, (bihara sala 2014’an) her yek ji wan bi 2 sal zindan hatibûn mehkûm kirin ku bi danîna barimteyê bi awayekî demkî azad bibûn.