Veguhestina rojnamevanekî binçavkirî yê Kurd li Mehabadê bo Urmiyê

21:10 - 30 Adar 2015
Ajansa Kurpa: Rojnamenivîsekî Kurd li Serdeşta rojhilatê Kurdistanê ku beriya niha bi mehekî ji aliyê hikûmeta Îranê ve li Mehabadê hatibû binçavkirin, bi navendeke ewlekarî (Îtilaat) li bajarê Urmiyê hat veguheztin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Kawan Mohemmedpûr, temen 28 sal, sernivîskarê du hefte nameya “Civaka Kurdistan” roja 25’ê sibata 2015’an, li Mehabadê hatibû binçavkirin ku hîna jî çarenivîsa wî nehatiye aşkere kirin.

Ew rojnamevanê Kurd dema binçavkirinê de ligel malbata xwe bi rêya telefonê ketibû têkiliyê û gotibû: Ew ber bi navenda ewlekarî (Îtilaat) a Urmiyê ve birê kirin e.

\"25742.jpg\"
Kawan Mohemmedpûr beriya niha bi mehekî hatiye binçavkirin ku çarenivîsa wî nezelal e
Tê gotin piştî binçavkirina navborî, wesayîtên şexsî yên wî jî, ji aliyê hikûmeta Îranê ve dest bi serde hatine girtin.

Kawan Mohemmedpûr xeynî rojnamevanî, çalakiyên zanistî û lêkolîn kirinê jî encam dide. Wî di warên Felsefe, dîrok û civaknasî de pirtûk nivîsîn e.

Heya niha tu agahî li ser tometbar kirina Mohemmedpûr û sedema binçav kirina wî nehatine ragihandin.

Gor raporta nû ya Saziya raportêrên bê Sînor ku zivistana borî hat weşandin, Îran bi zindanî kirina 50 çalakvanên ragihandinê, di rêza 5 welatên cîhanê bo zindanî kirina rojnamevanan cih digre.