Veguherîna cezayê girtîgeha “Someye Karger” bo cezayê nextî

18:45 - 4 Îlon 2022

Cezayê 6 sal û 8 meh girtîgeha te`izîrî ya welatiya xelkê bajarê Îlamê ya bi navê “Someye Karger”, bo cezayê nextî hat veguherîn û dosyeya wê hat daxistin.

“Mistefa Nîlî” parêzerê dadgehê bi ragihandina vê nûçeyê li ser tora civakî ya “twitter”a xwe, nivîsiye: “Li gorî bîr û hizra pizîşkê yasayî li ser “xwe ranegiriya li hember cezayê girtîgehê” bo “Someye Karger”, cezayê wê bo cezayê nextî hat veguherîn û dosyeya navbirî hat daxistin.

“Someye Karger” meha Gelawêja sala 1400`an a Rojî, ji aliyê taya 26 a dadgeha şoreş a bajarê Tehranê, bi serokatiya dadwer “Îman Efşarî” bi tohmeta “beşdarîkirin ji îdarekirina girûpa neyasayî” bi 6 sal girtîgeha te`izîrî û herwisa bi tohmeta “çalakiyên piropagendeyî li dijî nizamê” bi 8 meh girtîgeha te`izîrî, hatibû cezadan.

“Someye Karger”, welatiya xelkê bajarê Îlamê û xwediyê bawerînameya beşa Felsefe li zanîngeha bajarê Tewrêzê, li rêkevta 25`ê Rezbera sala 1399`an, ji aliyê hêzên saziya Îtila`ata Spaha Pasdaran ve, di mala xwe de, li bajarê Tehranê hatibû binçavkirin û bo benda 2 a Elif a girtîgeha Êvînê hatibû veguhastin û piştî 4 meh lêpirsîn bo girtîgeha Qerçek a Veramînê hatibû veguhastin.

Ew çalakvana medenî 8`ê Banemera sala 1400`an a Rojî, bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî ji girtîgeha Qerçek a Veramînê hatibû azadkirin.