VEGUHASTINA KEÇEK GIRTÎ BO ITTILA’ATA KIRMAŞANÊ

21:41 - 20 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Keça binçavkirî di roja Qudsê a bajarê Riwanserê, ji bo Idareya Ittila’ata Kirmaşanê hate veguhastin.

Pêka Ajansa Kurdpa, li dema Rêpîvana Qudsê de li roja 18’ê Tebaxê, “Nigîn Tebîbî” hatibû dest biserkirin û ji li şûnek ne eşkere dihate rawestandin lê îro ji bo Idareya Ittila’atê a bajarê kirmaşanê hate veguhastin.

Yek ji Nêzîkên Malbata wê ji Kurdpa re dibêje di 4 rojên Bihorî de serdana Ittila’at û Navendên Dadwerî kirine lê çi bersivek ji wan re nehatiye dayîn.

Malbata Tebîbî gelel Nîgeranê Rewşa wê ne.

Berpir5sên Ewlehiyê di roja binçavkirina wê de rêjiyane Mala wan û Kampyotera wê tewlî xwe birine.

Berîtir Nûçegihanê Kurdpa daxuyandibû Keçek din jî di wê rojê de hatibû binçavkirin.

Nigîn Xwediya Karnasiya Zanistên Siyasî ye.