Veguhastina girtiyek siyasî yê Kurd li zîndana “Recaî Şehr” bo zîndan girtîgeha Urmiyê

13:57 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Girtiyek siyasî yê Kurd li zîndana “Recaî Şehr”ya bajarê Kerecê bo girtîgeha Urmiyê Urmiyê hat veguhastin.

Roja Çarşem berwar 17’ê Tîrmeh, Ehmed Temoyi girtiyê siyasî yê Kurd ku ji aliyê para rêveberiya hûkmên girtîgeha “Recaî Şehr”ya Kerecê hatibû gazî kirin, ji aliyê karbidestên ewlekariyê bo zîndana navendî ya bajarê Urmiyê hate şandin.

Ehmed Temoyî li demekê de bo zîndana Urmiyê hatiye veguhastin ku berwar 12’ê Çileya Pêşîn ya 2012’an bi awayek neyasayî li gigtîxana Îttlata bajarê Urmiyê bo zîndana “Recaî Şehr”ya Kerecê hate şandin.

\"14085.jpg\"
Ehmed Temoyî
Ehmed Temoyî li sala 2007’an de tevî “Yusif Kake Memî”li cadeya Bokan-Mihabadê piştî çend demjimêran pey wan kevtin, ji aliyê hêzên Îttlatî yên bajarê Mihabadê kevtine ber destrêjê û li encam de Ehemed Temoyî bi birîndarî hate girtin û bo girtîxana Îttalata Sipahê li bajarê Mihabadê hate şandin.

Piştre Ehmed Temoyî ji aliyê dadgeha Şoreş ya bajarê Mihabadê bi tawana alikarî tevî Partiyek Kurdistanî bi 15 salan girtinê hate mehkûm kirin.

Her wisa Yusif Kakememî bi tawanek hevpar hate mehkûm kirin û bi 6 salan zîndanê hate mehkûm kirin û bi sedema vê yekê ku navbirî berê bi 3’ê salan zîndana rawestayî hatibû mehkûm kirin, li ser hev hûkmê 9 salan zîndanê bo wî hate dan.