Veguhastina Av Ji Bo Gula Urmiyê 5 Salan Dem Divêt

12:24 - 14 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Cîbicîkirina pirojeya veguhastina avê ji rûbarên derdorê bo behra Urmiyê, heta pênc salan dem divêt.

Cîgirê Omraniya parêzgeha Azerbaycana Rojava, Seyid Cewad Mehmûdî ji nûçegihaniya Fars re ragihandiye ku pirojeya veguhastina avê ku biryar e bi lêdana tûnilek be bo veguhastina ava Gilas ji rêya avbenda Mehabadê, zêdeyî heft hezar milyard riyal pere jêre hatiye terxankirin, lê dê heta 5 salan dom bike.

Mehmûdî herwiha zêde kir ku ev kare yek ji karên here sereke ên dezge û rêveberên parêzgehê ye.

Behra Urmiyê di heyamê çend salên borî de seba kêmxemiya navendên berpirsyar û herwiha sedemên xwezayî ber bi hişkbûnê diçe û eva jî bûyê sedema nigeranî û nerazîbûna xelkê.

Her di vê pêwendiyê de havîna îsal meşek nerazîbûn ji bajarên Tewrêz û Urmiyê de serhilda ku bû sedema kuştin û birîndar bûna xelkê.