“Vahid Şêxmihemedî” bi şeş meh girtîgeha te`izîrî hate cezadan

17:54 - 9 Nîsan 2022

Welatiyek Kurd ê bi navê “Vahid Şêxmihemedî” xelkê gundê “Aliyava” yê girêdayê bajarê Şinoyê ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a wî bajarî ve bi serokayetiya dadwer “Rizayî” bi şeş meh girtîgeha te`izîrî hate cezadan.

Dadgehê ew welatiye bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê” ceza da û ew cezaye destpêka meha Xakelêweyê bi navbirî re hatiye ragihandin.

Kombûna dadgehîkirina wî welatiyê sala derbasbûyî li taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Şinoyê hatibû lidarxistin.

Roja Şemî 23`ê Reşema sala 1399`an, “Vahid Şêxmihemedî” bi danîna barimteyê bi awayek demkî heta bi dawîhatina qonaxên dadresiyê ji girtîgeha bajarê Şinoyê hate azadkirin.

Ew welatiye roja Çarşemî 20`ê Reşema sala 1399`an piştî bi dawîhatina lêpirsîna wî li yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê, bo girtîgeha bajarê Şinoyê hatibû veguhastin.

Roja Şemî 11`ê Rêbendana sala 1399`an, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî êrîş kirine ser mala kesî ya “Vahid Şêxmihemedî” û piştî vekolîna mala wî, navbirî binçav kiribûn.