“Uswet Zerdoyî” bi danîna barimteyê ji girtîgeha Dîzilava ya bajarê Kirmaşanê hate azadkirin

18:00 - 28 Gulan 2022

Roja Çarşemî 4`ê Cozerdanê, çalakvanê jîngehparêz yê bi navê “Uswet Zerdoyî”, temen 30 salî û kurê Îbrahîm, xelkê bajarê Bayîngan a girêdayî bajarê Pawe, bi danîna barimteyê ji girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê hate azadkirin.

Ew çalakvanê jîngehparêzî bi danîna barimteyê heta dema dadgehî kirinê bi awayê demkî ji girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê hate azadkirin.

Dawiya meha Banemerê hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ew welatiyê Kurd binçav kiribûn û bona lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên li bajarê Pawe veguhastibûn û piştire bo girtîgeha Dîzilava ya bajarê Kirmaşanê veguhastibûn.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku li dijî “Uswet Zerdoyî” hatiye sepandin, ti zanyariyek ber dest nîne.