Urmiye/ Şer û pevçûn navbera welatiyên sivîl û hêzên leşkerî de

20:32 - 11 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Li Delo Derbend a navçeya Dol a Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê, navbera hêzên leşkerî ên hikûmeta Îranê û hemwelatiyên sivîl de şer û pevçûn çêbû û 15 kes jî birîndar bûn.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa û bi gotina şahîdan bûyerê, hêzên leşkerî ên hiukmeta Îslamiya Îarnê, beriya niha bi çend rojan bo veguheztina ava vexwarina gundê navborî dest bi kar bûn, lê runiştiyên gund pêş vî karî bûn asteng ku di encamê de şer û pevçeû derket û 15 kes hatin birîndar kirin.

Şahîdên bûyerê qala vê yekê jî kirin ku di destpêkêde hêzên leşkerî ên hikûmeta Îranê bi baton (bist) û qontaxên çekan, 7 jin û mêrd birîndar kirin ku piştî ve yekê şer navbera gundiyan û hêzên hikûmetê de derket holê û 7 kes ji hêzên leşkerî ên hikûmetê jî birîndar bûn.

Piştî gur bûne şer û pevçûnan, hêzên ser bi hikûmeta Îranê bi mifah wergirtin ji gaza firmêsk rêj şer û pevçûn hêmin kirin.

Hêjayî gotinê ye di çend salên dawiyê de, ava vexwarina bajarê Urmiyê kêm bûye û hikûmeta Îslamiya Îranê dixwaze bi riya veguhestina avê bi destê zorê (ji cihê kêmek av heyî) vê kêmasiyê çereser bike.

Xemsarî û nebûna midûriyeteke şarezarî û karnasî, zuha kirina gola Urmiyê bi pey xwe hişt ku ji pirsgirêkên sereke ên bê aviya li Urmiyê tê binav kirin.

Rûniştiyekî gundê Delo Derbend peyamnêrê Kurdpa re got: Di egera veguheztina ava wî gundî bo cihekî din, ew yê bê av bimînin.

Di raporteke din de hatiye ku piraniya akinciyên derdora bajarên Urmiyê ji rewşa xirab û bêhn genî bûna ava vexwarinê rexne girtibûn û gotibûn: Ew av heya bo hemam kirinê jî nayê bikar anîn.

Di destpêka Dewleta “Dehim”de planek jêr navê pêşnûmeya ava Xedîr, behsa vê hat kirin û destpêkê li parêzgeha Xuzistanê ku di asta here bilin a bêaviyê de ye, biryara cîbicî kirin vê hat dayîn lê encamek bi xwe negirt.