Urmiye/ 2 welatî hatin darvekirin

15:12 - 12 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: 2 welatiyên kurd bi hukmê qezayî û ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê, li zindana navendî a Urmiye ya rojhilatê Kurdistanê hatin daliqandin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, sibe zûya roja borî 11’ê adar (march)a 2015’an, du kes bi navên Selahedîn Şerafet xelkê Şino û Semed Mohemmedî kurê Husên akinciyê Nexedeya rojhilatê Kurdistanê, li zindana derya a Urmiyê hatin îdam kirin.

Ew du zindaniyên Kurd ji aliyê dezgeha dad a Îranê ve bi qisas (tolhildan) ê hatibûn tometbar kirin.

Termê wan kesan heman roja hatinî daliqandin radestî malbata wan hat kirin.

Hejmarek çavkaniyên herêmî li Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê, peyamnêrê Kurdpa re li ser vê pirsê wiha gotin: Zinadiyekî din jî li gel wan du kesan hatiye îdam kirin lê ajansa nûçegihaniya Kurdpa bi sedema nebûna zaniyariyên berfireh liser vê yekê, nikare rastiya darwekirina wî kesî ku nasnameya wî eşkere nebûye belav bike.

Her li vê bareyê de du navendên “Saziya Mafên Mirovan a Îranê ”û “Saziya Bihevre qaşo Darvekirnan” raportek li ser îdaman belav kirin:

Wê raportê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha destnîşan kir: 753 kes li sala 2014’an li Îranê hatine daliqandin ku di berhevdan ligel sala pêştir sedî 10 zêdebûn bi xwe girtiye. Her wiha 240 kes (sedî 32) bi tometa qisas (tolhildan) ê hatoine mehkûm kirin.

Herî kêm darvekirina 15 nûciwanên bin temen 18 sal (di dema girtinê de) beşek din ji wê raportê ye.

Mehmûd Emîrî Moqedem- Berdevkê Saziya Mafên Mirovan li Îranê wiha dawî bi gotinên xwe û raportê anî: Rexma başbûna peywendiyên Îran û civaka cîhanî, rewşa cezayê darvekirinê di serdemê desthilata Hesen Rûhanî de, bi awayekî balkêş ber bi zêde bûnê ve çûye.