Urmiye: Şoreş Nîknam bi sedema teqeya hêzên serkutker canê xwe ji dest da
Roja Yekşemî 6`ê Sermawezê, “Şoreş Nîknam” ê xelkê gundê “Qelacoxe”yê ku di meşa xwenîşandanên seranserî de li bajarê Mehabadê, bi sedema teqeya hêzên serkutker birîndar bibû, li yek ji nexweşxaneyên bajarê Urmiyê de canê xwe ji dest da.
Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew welatiyê 36 salî, piştî birîndarbûna wî li xwenîşandanên seranserî de, bo nexweşxaneya “Şoheda” ya bajarê Urmiyê hatibû veguhastin û di vê nexweşxaneyê de li rewşa bêhişiya demdirêj de bûye.
Herwisa vê çavkaniyê daye zanîn: “Rêûresma bi axsipartina termê “Şoreş Nîknam” di sibêdeha roja Duşemî 7`ê Sermawezê de li gundê “Qelacoxe”yê girêdayî bajarê Mehabadê, bi rê ve ço.
Serêwara roja Pêncşemî 26`ê Xezelwerê, “Şoreş Nîknam” di meşa xwenîşandanên seranserî de bi teqeya hêzên serkutker hatibû birîndarkirin.
“Şoreş Nîknam”, xêzandar û bavê zarokekê ye.