Urmiye: 4 welatiyên Kurd hatin darvekirin

20:12 - 1 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Li zindana Deryaya Urmiye li Rojhilatê Kurdistanê, dîsa hukmê îdamkirina 4 hemwelatiyên Kurd, ji aliyê dozgeriyên welatê Îranê ve birê ve çû.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, îro berdestê sibehê (1`ê hezîranê), 4 welatiyên Kurd ên hepsî li zindana navendî ya Urmiyê, di hewşa wê girtîgehê de hatin daliqandin.

Ew 4 zindanî bi tometa bazerganîkirin bi madeyên hişber bi îdamê hatibûn mehkûmkirin.

Nûçegihanê Kurdpa li Urmiyeyê nasnameya wan kesane, Mihemed Reşîd, Hebîb û Erdelan Rahdar, rûniştvanên Îslamabada wî bajarî û Şîrzad Reşîdî xelkê gundê “Kelhor” ê ser bi Urmiyê ragihand.

Darvekirina wan welatiyên Kurd piştî vê yekê hat ku hukmê dawîn ê daliqandinê ji aliyê dadgeha bilind a Îranê ve hatibû pejirandin.

\"26793.jpg\"
Navendên Mafên Mirovan û Ehmed Şehîd, raportêrê taybet ê Neteweyên Yekbûyî(NY) di karûbarên Mafên Mirovan yên Îranê de, hertim birêvebirina hukmê darvekirinê li Îranê şermizar dikin.

Bi caran, jêr navê bazerganîkirin bi madeyên hişber û bi naheqî hukmê îdamê li Îranê birêve çûye.

Gor amarên nîv fermî, nêzî sedî 70 hukmên bo îdamkirinê li welatê Îranê hatinî pesedn kirin, têkildar madeyên hişber dibin.