UN: hejmara awareyên Kobanê li asta 70,000 kesî derbas bûye

21:44 - 21 Îlon 2014
Ajansa Kurdpa: li sedem hêrişa çekdarên dewleta islamiya Êraq ûŞam(DIÊŞ) ser dewerên Kurdistanî li parêzgeha Heleb, pitir ji70,000 kes ji welatiyên Kurd, awareyê welatê Tirka bûn.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, li midê 36 saetên borî de, pitir ji 70,000 kes ji welatiyên Kurd yên ji Kurdistana Sûriyê(Rojavayê Kurdistan) li sedem hêrişa çekdarên DIÊŞ de, rû bi Kurdistana bakûr kirin.
Ev hejamar li nûtirîn raporta rêxirava UN de hatiye weşandin.

Dewleta Tirka, şeva borî de ragihand; heya niha 66,000 ji welatiyên Kurdên ser sînorê welatê Tirka û derbasî nawa xaka welat bûne.

Gorkî raportên nûçe gihanên naw-netewî, pitira wan ji xelkêşarê Kobanê bûn, ku li rojên borî de, ji aliyêçekdarên DIÊŞ de, hatibûne dorpêç kirin.

Serekaniyin hundirê rojavaya Kurdistanêû xebatkarên mafê mirov, bas ji hindê dikin, li incama hatin kontrol kirina Kobanê ji aliyêçekdarên DIÊŞ de, Kobanê(sêyemîn şarê mezinê Kurdistaniyê Sûriyê), tarjêdiyik mirovî mîna tirajediya mirovantiyê li Şingalê li başûrê Kurdistan, yê bê pê.

Ismaîl Şêx, fermandê hêzên milîtariyê Kurs li Kobanê li hevpeyvînik telefonî de tev nûçe gihaniya Reuters de ragihandiye; hêzên DIÊŞ bi piştewaniya Tank û topxanê, heya 15Km şarê Kobanê, pêşrevî kirine.

Hêzên DIÊŞ, heya niha pitir ji 60 gundên dorûberêşarê Kobanê, xistine bin kontrola xwe.

Niha rewşa şarê Kobanêû kesên rûniştiyê li wir, kirîtik hatiye gotin û li vê barê de, Salih Moslim, serokê PYD, ragihandiye, Kobanê, tûşî dujwartirîn û dirindanetirîn hêriş li dîroka xwede ye.

PKK ku şaxa Sûriya vê li rojava de deshilatare, daxwaz ji lawên Kurdê başûrê rojhilata Tirka kir, herin naw rêzên bergirîûşer bi dijî DIÊŞ.

Her wisa li roja Înî, 28ê Xermanan, 19 September, Mesûd Barzanî, serokê herêma Kurdistan, rû bi civaka naw-netewî got: DIÊŞ, hereşeye ser gişt netewa Kurd ûşeref, kiramet û man û hebûna Kurd, kiriye amanc.

Hevdem tev wan pêşhatan, kanala nûçe gihaniya El Meyadîn a Lobnan, li raportik de weşand: parlimana welatê Tirka, hêrişa milîtarî li derî sînoran, gorekî pêwîst, analîz dike.

Cêgirê serokê parlimana Tirka ragihandiye; parlimana welatê wî, bo vê amancê, li roja 2ê October de yê bicive.
\"22212.jpg\"

\"22213.jpg\"

\"22214.jpg\"

\"22215.jpg\"

\"22216.jpg\"

\"22217.jpg\"

\"22218.jpg\"

\"22219.jpg\"

\"22220.jpg\"

\"22221.jpg\"