“Umîd Şêyxî û Saman Mîrekî” bi danîna barimteyê hatine azadkirin

18:48 - 7 Nîsan 2022

Îro Pêncşemî 18`ê Xakelêweyê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Umîd Şêyxî û Saman Mîrekî” xelkê bajarê Sineyê bi danîna barimteyê hatine azadkirin.

Ew du welatiyane her yek ji wan bi danîna barimteya 600 milyon Tumenî piştî veguhastina wan ji girtîgeha ewlehî ya Şaramferê bo dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê hatine azadkirin.

Roja Çarşemî 3`ê Xakelêweyê, ew du welatiyane bi sedema beşdarîkirin li rêûresma Newroza parka zarokan a bajarê Sineyê ji rêya peywendiya telefonî ve bo Îtila`ata Spahê hatine gazîkirin û piştre hatine binçavkirin.

Ew du welatiyên Kurd di heyama binçavkirinê de ji mafê “destpêregihîştina bi parêzer” û “hevdîtin digel malbata xwe” bêpar bûne.

 “Saman Mîrekî” çalakvanê jîngehparêz û endamê girûpa çiyagerî ya “Nekeroz”ê ye.