Umîd Serferaz bi danîna barimteya giran hate azadkirin

17:27 - 11 Çirriya pêşîn 2021

Roja Yekşemî 18`ê Rezberê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Umîd Serferaz” xelkê bajarê Dîwandereyê, bi danîna barimteya giran ji girtîgeha ewlehjî ya bajarê “Emfer”ê hate azadkirin.

Ew welatiyê Kurd bi danîna barimteya 800 milyon Tumenî, bi awayekî demkî heya dema bi dawîhatina qonaxa dadgehîkirinê ji girtîgehê hate azadkirin

Ew welatiye di heyama binçavkirinê de, li “çavpêkevtin digel malbata xwe û destpêragihîştin bi parêzer” hatibû bêparkirin.

Hêzên ewlehî ew welatiye bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” binçav kirin.

“Umîd Serferaz” roja Duşemî 18`ê Gelawêjê bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha ewlehî ya bajarê Emferê hate veguhastin.