“Umîd Muradî” bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Şinoyê hat azadkirin

19:31 - 10 Îlon 2022

Roja Sêşemî 15`ê Xermananê, welatiyê Kurd ê bi navê “Umîd Muradî” kurê Qadir û xelkê Nelos a girêdayî bajarê Şinoyê, bi danîna barimteyê, ji girtîgeha wî bajarî hat azadkirin.

Ew welatiyê Kurd bi danîna barimteyê heta dema dadgehîkirinê hatiye azadkirin.

Roja Înê 17`ê Pûşperê, “Umîd Muradî” bi bê hebûna ti belgeyek yasayî li nêzîk gundê “Qizenavê”, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Roja Yekşemî 16`ê Gelawêjê, ew welatiyê Kurd piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê, ji yek li girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê bo girtîgeha bajarê Şinoyê hatibû veguhastin.

“Umîd Muradî” di heyama binçavkirinê de, ji mafê hevdîtin digel malbata xwe û destpêragihîştina bi parêzer hatibû bêparkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî “Umîd Muradî” hatine sepandin ti zanyariyek ber dest nîn in.