“Umîd Esedî” bo Îtila`ata Spaha bajarê Sineyê hatiye gazîkirin

18:35 - 24 Adar 2022

Roja Çarşemî 3`ê Xakelêweyê, welatiyek Kurd ê bi navê “Umîd Esedî” xelkê bajarê Sineyê bo Îtila`ata Spahê hate gazîkirin û lêpirsîn digel wî hate kirin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew welatiye ji rêya peywendiya telefonî ve hatiye gazîkirin û sedema gazîkirina navbirî beşdarî kirina wî li rêûresma Newrozê li parka zarokan li bajarê Sineyê de bûye.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Umîd Esedî” piştî çend demjimêran li jilêpirsînê, bi vergirtina soza nivîskî li derheq beşdarî nekirin li rêûresm û çalakiyên medenî, hatiye azadkirin.

Roja Duşemî 1`ê Xakelêweyê, hêzên ewlehî û dije şoreş li parka zarokan li bajarê Sineyê êrîş kirine ser rêûresma Newrozê û hevla binçavkirina welatiyan dan.

Piştî lidarxistina wê rêûresma Newrozê, Îtila`ata Spahê jî hevla binçav kirin û gazîkirina welatiyan da ye.