Umer Feqêpûr, girtiyê siyasî ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin

18:42 - 12 Nîsan 2021

Îro Duşemî 23`ê Xakelêwe, “Umer Feqêpûr”, girtiyê siyasî yê Kurd piştî 21 sal girtîgeh, ji girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hate azadkirin.

Ew girtiyê siyasî, di 21`emîn sala girtîgeha xwe de, piştî hatina bexşnameya nû ya lêxweşbûnê û ragihandina azadiya hejmarek ji girtiyên siyasî ji girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê, hate azadkirin.

Ew girtiyê siyasî di heyama girtîgeha xwe de, ji mafê mirexesî û azadiya bi merc bê par bû.

“Umer Feqêpûr” û “Xalid Fireydûnî”, rêkevta 10`ê Xermanana sala 1379`an, li yek ji gundên bajarê Pîranşehrê ji aliyê Spaha Pasdaran ve hatibûne binçavkirin û li dadgeha şoreş ya bajarê Mihabadê de bi tohmeta “dijayetîkirin digel Xwedê (Miharibe)”, ji rêya endambûn digel Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi îdamê hatibûne cezadan ku ew cezaye li sala 1384`an li dadgeha pêdaçûnê de, bo girtîgeha heta hetayî hatibû kêmkirin.

Ew du girtiyên siyasî sala 1383`an, ji girtîgeha bajarê Mihabadê bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hatibûne dûrxistin û herwisa di sala 1386`an de, bo girtîgeha Recayîşehr ya bajarê Kerecê hatibûne dûrxistin.

Ew du girtiyên siyasî, piştî 10 sal dûrxistin li girtîgeha Recayîşehr a bajarê Kerecê, meha Xezelwera sala 1396`an, bo girtîgeha bajarê Urmiyê hatibûne veguhastin.