TÛRÊN OLÎ DÊ CIHÊ TÛRÊN SERYRANKERIYÊ BIGIRIN

17:04 - 15 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Mîrata Çandiya Tehranê da zanîn, Tûrên Olî, wê li dewsa Tûrên Cergebezî û tewheve xweşiyê birûnên.

Pêka çavkaniyên Îranî, ew helwêst di demekê de ye ku berîtir jî hin Berpirsan rixne ji wan tûrên tewhev girtibûn.

Hin xelk di wê bawerê de ye ku ew kare xuyaderê dest avêtin di nawa dabên xelkê de ye.

Ji alî din hin xelk ji Geşta Irşad êciz bûne.

Heftiyek din û di gel bi dawîhatina Heyva Remezanê dê daxwazên xelkê ji bo Tûrên Seryrankeriyê dest pê bikin.

Hevdem Mîratên Çandiye Tahranê ragîhandiye ku xelk dabên Islamî bi rêve nabin lewma emê niha pê de Tûrên Olî li dewsa Tûrên seyrankeriyê danên.

Di gel destpêka heyva Îlonê û fersendên xelkê ên dawîn ji bo seyrankeriyê, xelk daxwaz dike bo çoyîna Tûrên seyranê.