Trajêdiya xwendingeha Şînava li yekik ji gundên dwera Makû dubare bû

13:15 - 11 Adar 2014
Ajansa Kurdpa: xwendingeha yekik ji gundên şarê Makû, tûşî şevitînê bû û xisarên ekonomîkiyên giran lêketin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; xwendingeha gundê Xermen Yêrî, li dewera Makû, bi hegera agir berbûna soba neftiya ne-standard, bi giştî şevitî.

Serekaniyik agadar bi erênî kirina şevitîna vê xwendingê, bi ajansa Kurdpa ragihand: qewimî li dema hebûna xwendewan li naw kilasa dersê de hatiye pêş û bi keyfxweşî çi bi xwendewanan nehatiye.

Ewî li doma gototinên xwede got: gelemper sendelî û mase û tiştên nawa xwendingehê de hemû li naw agir de şevitine û heke xebata mamosteyê dilşevitiyê wir neba, rengeyiya pêşhatik mîna ya Şînava biqewimiya.

Ev agir pêberbûn li roja 12ê Reşemê li gundê Kurda “Xermen Yêrî( coxîngeh)” ji dewera şarê Makû de qewimiye.

Pêştir jî li gundê Nay Bîn ji dewera Ormî, xwendingeha gund li naw agir de şevitî û gelemper kitêb û pênivîsên xwendewanan û sendelî û masên nawa xwendingehê de li naw alava agir de şevitî û xisarên ekonomêkiyên zaf lêketin.

Li roja 15ê heyva Azer li sala borî de, 37 xwendewanên keç yên xwendingeha seretayî, li sedem agir lêketina kilasa dersa wan li gundê Şînava li dewera şarê sersînoriyê Pîranşar li parêzgeha Azerbaycana rojava, tûşî şevitînê bûn ku li wê qewimiyê de 2 ji xwendewanan bi navên Seyran Yêganê û Sarîna Resûl Zadê, canê xwe ji dest dan.
\"18706.jpg\"

\"18705.jpg\"

\"18710.jpg\"

\"18709.jpg\"

\"18707.jpg\"