Topbarankirina axa herêma Kurdistanê ji aliyê Spaha Pasdaran ve Berdewam e

18:29 - 11 Îlon 2021

Ji roja Çarşrmî 18`ê Xermananê ve, Spaha Pasdaran dest bi bombebarankirina esmanî û topbarankirina axa herêma Kurdistanê kiriye û heta niha jî ew êrişane berdewam in.

Fermandeyê hêza Pêşmergê Kurdistanê yê ser bi “PDKΔyê bi belavkirina daxuyaniyekê ragihandiye ku Spaha Pasdaranê deverên “Sîdekan û Berbezîn” topbaran kiriye û ziyaneke zor bi jîngeh û herwisa rûniştiyên wê deverê kevtiye.

Fermandayê hêza Pêşmergê Kurdistanê ragihandiye ku ew êrişane heta îro Şemî 20`ê Xermananê, herwisa berdewam in.

Herwisa roja Înê 19`ê Xermananê, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi belavkirina çendîn wêneyan bas kiriye ku yek ji balafirên bê pîlot ên xweteqîner yên Spaha Pasdaran di esman de teqandine.

Li gor nivîsa nûçegihaniya “Tesnîm”ê, Spaha Pasdaran di êrîşên esmanî û topxaneyan de bo ser binkeyên Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê, ji balafirên bê pîlot ên xweteqîner mifah vergirtiye.