Tometbar kirina xwendekaran li Îranê berdewam e

15:43 - 19 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Hukmê girtina xwendekarekî Kurd li merîwana rojhilatê kurdistanê bi rêve çû.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, dadgeha Pêdeçûn a Sine li rojhilatê Kurdistanê, hukmê 1 sal zindan bo Ferhad Şefîizade (eynî hukmê berê) erê kir.

Ferhad Şefîizade, xwendekarê zanîngeha Tevrêz a Îranê ye ku bi tometa têkdana ewlekariya welat û rexnegirtin ji kesayetiyên siyasî ên Îranê, ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve, havîna borî hat binçav kirin.

Navborî piştî derbas bûna mehek bi ser girtina wî re, bi danîna barmteye 100 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî hatinbû berdan.

\"24854.jpg\"
Ferhad Şefîizade Xwedekarê Kurd li zanîngeha Tevrêza Îranê
Ew xwendekarê Kurd bi heman tometa ku jor ve amaje pê hat kirin bi (1 sal cezayê girtinê) ji aliyê dozgeriya şoriş (Înqilab) a Merîwanê ve hat mehkûm kirin.

Herwiha Ferhad ku endamê Encûmena Navend a Saziya çandî, civakî a Zagros û herwiha endamê Heyeta nîvîskarên zanîngehê ye jî, bi 1 sal durketin ji xwendinê hat mehkûm kirin.
Ji aliyekî din ve beriya niha bi çend rojan Aso Ezîzî – Çalakvanê berê yê xwendekarî li Mehabadê, bi tometa “propaganda (teblîxatên menfî) dij bi hikumeta Îranê ”1 sal cezayê girtinê lê hatibû birîn.

Ew welatiyê Kurd payîza borî, ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve, li Mehabada rojhilatê Kurdistanê (li cihê şixûl (kar) ê xwe de hatibû girtin û bi dûre bi danîna barmte (wesîq) ya 200 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî hatbû azad kirin.