Tohmeta “Êfsad fî erz” bi ser Mujgan Kawusî de hate sepandin

16:20 - 22 Kanûna pêşîn 2022

Çalakvana mafê zimanî û etnîkî û girtiya siyasî ya berê ya bi navê “Mujgan Kawusî” a xelka Kelardeşta Mazenderanê di taya yekem a dadgeha Înqilab a bajarê Sariyê de bi “Êfsad fî erz”ê hate cezadan.

Li gor çavkaniyek agehdar, roja Şemî 29ê Sermawezê, yekemîn rûniştina dadgeha pêragihîştin bi tohmetên Mujgan Kawusî di taya yekem a dadgeha Înqilab a Sariyê de bi amadbûna Osman Muzeyin û Maziyar Tatayî, parêzerên dosiyeya wê bi rê ve çûye û tevî tohmetên berê ku bi ser de hatibûne sepandin, navbirî bi tohmeta “Êfsad fî erz”ê hate cezadan.

Mujgan Kawusî, roja Pêncşemî 31ê Xermananê, di mala xwe de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û piştî lêkolînan di yek ji girtîgehên ewlehî de bo girtîgeha Tenkabonê hatibû veguhastin.