Tirombêleke hêza Întizamî xwe li motorsîkletekê xist û sê kes birîndar kirin

14:22 - 1 Gulan 2012
Kurdpa: Tirombêleke hêza Întizamî li bajarê Merîwanê de bi bê tu sedemekê xwe li motorsîkletekê xist û li encamp de ciwaneke vî bajarî bi tundî birîndar bû.

Li gorî zanyariyan vê tirombêlê li nêzîk îdareya Ateş nişanî ya bajarê Merîwanê xwe li motorskletê xist, ku li encam de bêhzad Dar Berzîn, kurê Hesen bi tundî birîndar bû.

Her di vê derheqê de du ciwanên din jî bi navên Azad Moradî, kurê Mesûd û Keywan Neîmî kurê Ehmed jî bi sivikî birîndar bûne.

Her sê birîndar niha li nexweşxaneya bajarê Merîwanê de hatine razandin,û Bêzad renge bo nexweşxaneya Sinê bê şandin.