Tirkiye: Hikûmetek Ku Li Xizmet Xelkê De Nebe, Nemîne

16:27 - 15 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyê derbarê Sûriyê û welatên din ên Rojhilata Navîn re got ew hikûmetên ku hez û daxwazên xelkê dabîn dikin bê şik li ser hikim namînin.

Malpera Radio Farda li ser zimanê Ehmed Dawûd Uxlo belav kir “em çavnihêriya vê yekê dikin ku hikûmeta Sûriyê derbarê êrîşkirin bo ser Balyozxaneya me di wî welatî de, daxwaza lêborînê ji me biket.”
Çend rojan beriya niha alîgirên Beşar Eseb bi armanca diyarkirina nerazîbûna xwe derbarê helwestên Tirkiyê derheq Sûriyê êrîş kire ser balyozxane û konsûlxaneya wî welatî li Heleb û Dîmeşqê.
Hikûmeta Tirkiyê daxwaz ji welatên cîhanê kiriye ku derheq pirsa Sûriyê yekdeng bin.

Berpirsekî hikûmeta Tirkiyê derbarê daxwaza welatê xwe bo hevdengiyê dijî Sûriye, ji Radyo Feranse re got, gotina qiseyek han ji aliyê hikûmeta me tê vê wateyê ku em îdî naxwazin hikûmeta Beşar li ser desthilat bimîne.

Li gor serjimêriya Saziya Netewên Yekbûyî ji destpêka xwenîşandanan li Sûriyê heta niha zêdeyî 3500 kes ji xelkê bi destê hêzên vî welatî hatine kuştin.