Tirka / 5 xebatkarên siyasiyê Kurd, metirsiya deport kirina wan bi Îranê heye

16:37 - 23 Tebax 2014
Ajansa Kurdpa: jimarik ji penaberên Kurdistana Îranê ku xwestine bi rêka welatê tirka de derbasî welatê 3ê bibin, ji aliyê polîsê vî welatî de hatine girtinê.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, heftiya borî de, hêzên sînor parêz yên welatê Tirka, jimarik ji penaberên ji xelkên Îran û Sûriyê, li ser avên nêzîşarê Fetiya de, girtin.

Li naw wan girtiyan de, 5 penaberên siyasiyê Kurdistana Îranê bi navên Kawe Saêdî, Erestû Mohemmedî, Peyam Emanî, Fayêq Emanîû Sara Emanî, li naw wan de tên dîtin.

\"21656.jpg\"
Nivîsa rêxiravik siyasî bo civaka naw-dewletî seba piştgirî kirin ji penaberan
Li vê barê de, kempêyna piştgirî ji penaberên siyasiyêKurdên ji welatêÎranê li Tirka de ji zimanê komîta derê ya partiya komonîsta Îran, bas ji metirsiya sinir dişî kirin( ji welat derxistin)a wan welatiyan kiriye.

Wê rêxirava siyasî li nivîsik de, daxwaz ji komisarya bilinda penaberan li rêxirava UN û jêbihorîna naw-netewî kiriye, hewlên xwe bo rêgirî kirin ji sinir dişî kirina wan xebatkaran bidin û daxwaza berdana wan 5 welatiyên Kurd kirine.

Pêştir, gotebêjê penaberên siyasiyê Kurd li welatê Tirka de, bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihandibû ku; pitir ji 500 xebatkarên siyasiyê Kurd li welatê Tirka dene û daxwaza wan ji aliyê welatê 3ê de hatiye pejirandin, lê welatên Kanada, Australia û Amerîka, xwe ji wergirtina wan penaberan radigozin.

Bi gotina yekik ji wan penaberan; penaberên Kurd, ji aliyê senterên mafê mirov de, piştgiriyik wisa lê nayê kirin, ew jî li rewşik deye ku penaberên xeyrî Kurd, rewşa wan ji me baştirin û bi zûkatî tên wergirtin.