Tevahiya karkerên Fulad Nurd a Îwanarojava betal man

15:19 - 14 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Yek ji navendên pêşeyî ên rojhilatê Kurdistanê li bajarê Îywanarojava, bi sedemên nediyar hat daxistin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, fabrîqe (karxane) ya pola a Îywanarojava li parêzgeha Îlamê, ji destpêka newroza evsal hatiye girêdan Ku vê yekê bêkariya 45 karkerên wê navenda pêşeyî bi pey xwe hiştiye.

Birêvebrên kompanyaya Fulad (pola) Nurd a Îywan, kemilandina kûreya çêkirina pola bo heyamê 3 mehan, sedema sereke ya daxistina fabrîqayê destnîşan kirin, lê hejmarek karkerên wê karxaneyê tevê şik û gumanan li ser wê biryara kompaniya navborî ragihand in: Kemilandina kêmasiyên kûrê zêdeyî 20 rojan yan herî zêde mehekî ber xwe nade, bi wan gotinan em bi guman in û çarenûsa me ne diyar e.

Yekeya pêşeyî a Fulad Nurd a Îywan di warê berhemanîna pola û mîlên poladîn (bo çêkirina avahiyan û…) kar dike ku wek mezintirîn berhemdêra mîlên poladên ên bi xirtik (girê) li Kurdistanê tê binav kirin.

Nedana bîme (sîgorte) ya bêkarî û nediyar bûna çarenivîsa wan 45 karkerê li karxaneyê hatî derxistin di demekê de ye ku betalî (bêkarî) wek mezintirîn pirsgirêka ciwanan li parêzgeha Îlamê tê hejmartin.

Bajarê Îwanarojava li 35 km bakûrê Îlamê bi cih bûye.