Tesadûfa 2 maşînan, birîndarbûna 2 kolberan bi dû xwe ve anî

12:48 - 7 Îlon 2020

Şeva yekşemî 16`ê Xermanan, 2 kolberên kurd bi navên “Sabîr û Hesen Weyîsî” û xelkên devera “Kilaş û Bawecanî” û rûniştiyên bajarê Ciwanroyê, bi sedema rûdawa hatûçûnê birîndar bûn.

Ew qezawe li sêrêya gundê “Nosme” ya bajarê Pawe rûdaye û 6 birîndar li pey xwe ve anîn, û 4 kes ji wan xelkê Kirmaşanê bûn.

Ew tesadûfe di navbera 2 maşnan yên bi navên “Pêjo Pars û Pêjo 405" de çêbûye û kesên birîndarbûyî bo tedaviya pizîşkî bo nexweşxaneya Qudsî a bajarê Pawe hatine veguhastin.