Termê welatiyekî Kurd radestî malbata wî hate kirin

16:47 - 11 Kanûna Paşîn 2020

Ajansa Kurdpa: Termê welatiyekî Kurd yê xelkê devera Şaho ya ser bi bajarê Rewanserê ku di kombûna nerizayetiyên meha Xezelwera îsal de winda bibû, radestî malbata wî hate kirin.

Li gor rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Çarşemî, 18`ê Befranbarê, termê welatiyekî Kurd yê bi navê “Serdar Ezemî” kurê Mecîd, temen 41 sal, di yek ji serdxaneyên bajarê Tehranê de peydabû.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew welatiyê Kurd li kombûna nerizayetiyên meha Xezelwerê di bajarê Perdend a ser bi bajarê Têhranê de winda bibû, û roja Çarşemî 18`ê Befranbarê, bi malbata wî re ragihandin ku “Serdar Ezemî” di serdxanê de ye.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Her di vê heyamê de, malbata wî welatiyê çend caran serdana girtîgeha bajarê Tehranê û navendên Îtila`atê kirine, lê ti bersiveke zelal ji derheq qedera wî wernegirtine”.

Herwisa wê çavkaniyê wiha jî got: “Hêzên Îtila`atê gef ji malbata Ezemî xwarine ku ji medyayîkirina nûçeya canjidestdana Serdar biparêzin.

“Serdar Ezîmî” xwedan mal e û bavê du zarok û di bajarê Perend di kargeha “Abkarî” de mijûlê kar bû.