Termê Kolberekî Kurd piştî 8 rojan li cihê jidayîkbûna wî bi axê hate spartin

11:49 - 9 Çirriya paşîn 2020

Roja yekşemî 18`ê Xezelwerê, termê Kolberekî Kurd ê bi navê “Muhsên Qasimî” temen 24 salî kurê Ebdullah û xelkê gundê “Koran” ê ser bi devera Soma û Biradost a bajarê Urmiyê piştî 8 rojan li cihê jidayîkbûna wî bi axa pîroz a kurdistanê hate spartin.

Termê wî Kolberî Kurd di nexweşxaneya “Culemêrg” a ser bi parêzgeha “Hekarî” a ser bi Bakurê Kurdistanê radestê malbata wî hate kirin.

Roja 10`ê Xezelwerê, Muhsên Qasimî bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên Artêşa Tirkiyê li ser sînorê bajarê Urmiyê canê xwe ji dest da û Kolberekî din ê bi navê “Muslih Qasimî” temen 21 salî birîndar bû.