Termê “Jîna Emînî” bi amadebûna xelkek zor li goristana Ayçî bi axê hat spartin

19:04 - 17 Îlon 2022

Roja Şemî 26`ê Xermananê, termê “Jîna (Mehsa) Emînî”, bi amadebûna xelkek zêde, li goristana Ayçî ya bajarê Seqizê, bi axê hat spartin.

Êvareya roja Înê 25`ê Xermananê, termê “Jîna Emînî” bi balafirê li bajarê Tehranê bo bajarê Tewrêzê hat veguhastin û sibêdeha Îro Şemî 26`ê Xermananê, bo goristana Ayçî ya bajarê Seqizê, hat veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehî malbata “Jîna Emînî” xistin bin givaşan da ku berî li amadebûna xelkê, termê Jînayê bi axê bispêrin, lê ew daxwaz rastî dijkiryara malbata wê û welatiyên nerazî hatibû, û termê wê keça temen 22 salî, bi amadebûna xelkek zêde, bi axê hat spartin.   

Welatiyên nerazî li dema birêveçûna rêûresma bi axê spartina termê Jînayê, siloganên li dijî hikûmeta Îran û berpirsên hikûmetê dan.

Wê çavkaniya agehdar ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihand: Hêzên ewlehî rêyên hatina nav  bajarê Seqizê daxistine, daku pêş ji xelkê bona bi axê spartina termê Jînayê, bigrin.

Herwisa wê çavkaniyê ragihandiyek: Hêzên ewlehî-întizamî li bajarê Seqizê kevtine haleta amadebaşiyê.

Roja Înê 25`ê Xermananê, “Jîna (Mehsa) Emînî” temen 22 salî ya xelkê bajarê Seqizê, ku li encama lêxistin û îşkencekirin ji aliyê hêzên geşta îrşad ve, tûşî bêhişiya demdirêj bibû, û li nexweşxaneya “Kesra” ya bajarê Tehranê de, canê xwe ji dest da.

Piştî belavbûna nûçeya canjidestdana “Jîna (Mehsa) Emînî”, hejmarek ji welatiyan bi kombûn li ber derê nexweşxaneya “Kesra” ya bajarê Tehranê, li derheq qetla hikûmetî ya “Jîna Emînî”yê de nerabûna xwe nîşan dan û hejmarek ji wan welatiyên nerazî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin.

Saziya mafê mirovî ya “Kurdpa”yê, tevî mehkûmkirina qetla “Jîna Emînî” û gotina sersaxiyê ji malbata wê re, ji hemû sazî û navendên mafê mirovî daxwaz dike, da ku bi awayek yekgirtî hikûmeta Îranê li hember wê karesatê de bersivder bikin.