Termê Îrfan Sa`idpena mamosteyê Zimanê Kurdî piştî Sê rojan hate peydakirin

12:16 - 6 Hezîran 2021

Termê Irfan Sa`îd Pena, mamostyê Zimanê Kurdî û yek ji wan çalakvanên xuya ê medenî yê bajarê Sine, piştî sê roj wundabûn li bendava Qişlax a Sineyê hate peydakirin.

Îrfan Sa`idpena, dema ku li mal derdikeve tenê karta pênas û karta xwe a bankî digel xwe dibe û piştre hemû pereyê xwe dixe ser hesaba bankî ya dayîka xwe.

Li gorî lipeyketinên malbata Îrfan, heval û polîsên agehiyên, derdikeve ku dema ew giheştiye bi tonela yekem ya Sine­­- Dîwandere telefona wî hatiye temirandin.

Roja Şemî 15`ê Cozerdana sala 1400 a Rojî, termek li bendava Qişlaxî a Sineyê ji aliyê xelkê ve tê dîtin û piştî lêkolînan tê zanîn ku termê “Îrfan Sa`idpena” ye.

Termê navbirî bo lêkolînê bo pizîşka dadwerî a bajarê Sineyê tê veguhastin û biryar e termê wî li goristana “Biheşt Mehmûdî” ya wî bajarî bi axa Kurdistanê bê spartin.

Ev çalakvanê medenî, sala 1397`an a Rojî, hatibû girtin û bo heyama 33 rojan di girtîgeha Îtila`ata bajarê Sineyê de wek girtî mabû.

Îrfan Sa`idpena, jidayîkbûya 26`ê Sermaweza sala 1365`an a Rojî bû.

Navbirî pitir ji 15 salan bû ku li bajarê Sine û derdorê wî bajarî mijûlê dersgotinê bûye ku xizmetekî zêde li wê rêyê de bi zarokên nîştimana xwe kiriye û bi sedan ciwanên xiwîngerim ên Kurdistanê hînê xwendin û nivîsîn bi Zimanê Kurdî kiriye.

Navbirî karnasiya yasa û karnasiya bilind a zanistên siyasî dawî pê anîbû.